Her salan di 20’ê Rêbendanê de serokekî nû li Amerîkayê bi fermî sond dixwe. Lê ji kengî ve ev roj hatiye destnîşan kirin? Ev vîdyo hinek agahîyan derbarê roja sondxwarina serok li Amerîkayê dide.
Di çend salên dawî de pir malbatên Efrînî derbiderî herêma Kobanê bûne ku bi saya ezmûna wan di xizmeta darên zeytûnan de êdî çandinîya zeytûnan li Kobanê pirtir belav bûye. Kerem kin em serpêhatîya derbiderekî ji Efrînê li Kobanê zanibin ku çawa hezkirina xwe ji zeytûnan re aniye vê heremê
Li hejmarek bajêrên Tirkîyê, karmend bi pêşengîya Konfederasyona Sendîkayên Kermendên Giştî (KESK) derketin qadan û bîryara Wezareta Aborî ya derheqa mûçeyên karmend û karmendên karkenar protesto kirin. Li Wanê jî karmendan got ku hikûmet li şûna budceya xwe bo karmendan veqetîne bo şer bi kar tîne
Li rojhilatê Mûsilê bi taybet li devera Qezafexra zêdetirî 4 hezar erd ji alîyê rêvebirîya Mûsilê ve li ser malbatên şehîdan û karmendan hatine dabeş kirin. Lê, rexne hene ku ew partî girêdayî Heşda Şeibî ne û piranîya wan Şîa ne.
Bi hezaran derbiderên ji Serêkanîyê li ber avahîya Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişlo civîyan û vegera ewle ya warên xwe daxwaz kirin. Şandetyek ji xwepêşanderan nameyek pêşkêşî rêvebirên NY kir.
Serokê Tirkîye Recep Tayîp Erdogan roja Şemîyê li Amedê beşdarê kongreya partîya xwe AKP'ê bû û got divê rêxitina terorê bê qeyd û şert dest ji çekan berde û xwe tasfîye bike. Heman roj Demirtaş jî ragihand ew pastiglia vê pêvajoya nû dikin.
Şanda Îmraliyê dê duyemîn car li gel rêberê PKKê Abdullah Ocalan bicive. Gelo ev hewildanên dawî yên li ser pêvajoya aştîyê ji alîyê Kurdan ve çawa tên nirxandin. Serokê giştî yê HDPê Cahît Kirkazak, parêzer û sîyasetmevan Cemal Demîr û xebatkarên Kurd geşedanên dawî dinirxînin.
Li Qamişloyê bêtirî 3,000 malbatên Efrînî hatin bicîkirin, ku piranîya wan li dibistanan dimîn in. Derbider dibêjin ku pêdivîyên sereke yên jîyanê tune ne, û dezgehên mirovî yên navnetweyî alîkarîyê pêşkêş nakin.
Sirîyanîyên bajarê Qamişloyê di xwepêşandanekê de doza çespandina mafên neteweyî yên gelên Sirîyan û Kildo Asûr li Sûriyaya nû kir.
2 min
About Voice of America
From the publisher's feed
Voice of America is an international news and broadcast organization serving Central and Eastern Europe, the Caucasus, Central Asia, Russia, the Middle East and Balkan countries