Hemîd Dilbahar dibêje nivîskarên girtî rastî pêkutî, zext û êrîşên fizîkî tên, “Pirtûkên ku nivîskaran bi xwe nivîsînê dema ji derve ji wan re tên şandin, ji wan re nayên dawîn… Ez bi xwe jî gelek caran rastî pêkanînên bi vî rengî hatime. Di dîlgirtina min a yekem de gelek helbestên min hatin desteserkirin û di bin çavan de, li ber çavê min hatin şewitandin.”
Dilbahar, “Em dikarin bi serbilindahî û serfiraziyeke mezin bibêjin ku zîndan ji bo kurdan û ji bo kurdî di heman demê de dibistan, ramangeh, zanîngeh û akademîyeke wêjeyî, hunerî û çandî ye ango qadeke rewşenbîrî û entelektuelî ye.”
Di vê beşe de em bi Hemîd Dilbahar re, li ser rewşa nivîskarên girtî, derfetên xwendin û nivîsînê û nivîskariya li girtîgehê axivîn.