
Sign up to save your podcasts
Or


Peykersazê ji Rojhilatê Kurdistanê Elî Mutî zêdetir ji 3 sala ye li Wanê bi cî bûye û ji xurde û hesinan peykaran çêdike û wan peykerên xwe pêşkêşî hunerhezan dike. Mutî ku bi Soranî diaxive û niha hînê kurmancî jî bûye. Rojnameger Şenol Balî serdana kargeha wî ya hunerê kiriye û dengê çakûçên wî û serpêhatiya wî di vê podcastê de tomar kiriye.
Berhevkarê folklorê Bawer Bîngol derbarê meqamên dengbêjiyê yên koçerên Bêrtiyan podcastek amade kiriye û behsa çanda dengbêjî û bilûrjeniyê li nava Bertiyan kiriye. Kerem bikin guhdar bikin.
Dadgeha Diyarbekirê di danişîna 12an a doza Kemal Kurkut de biryara azadkirina polîsê bi kuştina Kemal Kurkut dihat tohmetbarkirin daye. Rojnameger Perîxan Kaya bi birayê Kemal Kurkutî re qise kiriye û derbarê proseya dozê de podcastek amade kiriye.
Guhdaran ezîz @fatossterk di bernameya Kadraja Kurdî de li ser sînemaya Robert Wiene û li ser rêbaza ekspresyonîzîmê ku di salên 1900î de li Almanyayê xwe nîşan dide podcastek amade kiriye
Li rojhilat kîjan weşanxane û navendên rewşenbîrî hene? Taybetmendiyên sereke yên edebiyata rojhilat çi ne? Rewşa dawî ya weşangerî û nivîskarîya kurdî li Rojhilat çawa ye? Bersivan van pirsan û agahiyên zêdetir di podcasta me de ne.
Di beşa nû ya Derkenarê de Mevlüt Oğuz bi nivîskar, wergêr û mamosteya zimanê kurdî Sayîme Xakpûr re li ser edeb û nivîskarî û weşangeriya kurdî li rojhilat hevpeyvînek kir.
Rojnamevan Rûken Sarili derbarê belavkirina kurdî li ser platformên dîjîtal û nêzîkahiya nifşê nû ya beramber kurdî di qada online de bi civaknas, perwerdekar û nivîskarê kurd Adnan Firat Bayar re gotûbêjek kiriye û podcastek amade kiriye. Kerem bikin guhdar bikin.
Rêveberê Navenda Lêkolînên Rawest Research lêkolîner Roj Girasun û Bedirxan Salih behsa rûdanên siyasî yên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, amarên rapirsiyan ê li ser dengên hizban, rûdanên nava HDPê û peyamên Ayhan Bilgen podcastek amade kirine.
Podcasterê kurd Birûsk Aryan berê xwe daye bengîtiya futbolê û ligel Ehmed Feratê bengiyê futbolê behsa heyranî, kelecan û layangiriya tîman, karîgeriya koronayê ya li ser futbolê û hin minaqeşeyên li ser hêla wê ya metayî/endustrîyel kiriye. Kerem bikin guhdar bikin.
Rojeva medya civakî ya kurdan @VeganKurdistan ye. Ji koma egan û vejeteryenên kurd @GernasNenas bû mêvanê xeleka Rabêjê û ligel @BedirxanSalih behsa armanc û xebatên veganên û vejeteryenên kurd kir.
Gola Wanê rûberûyî qirêşiyê bûye. Ava şîn a golê ji qirêjiyê sor derdora wê jî bûye zibildank û kargehên qûmê. Rojnameger @enolBali1 derbarê metirsiya li ser Gola Wanê bi nûnerên saziyên jîngehparêziyê re qise kiriye û podcastek li ser vê babetê amade kiriye.
From the publisher's feed