Podcast Kurdî

Podcast Kurdî

By Podcast KurdiNews
Download on the App Store

Podcast Kurdî episodes

  • DENGÊ ROJNAMEGERAN- PERİHAN KAYA: Tûndiya li ser jinan berdewam dike

    Kuştin û tûndiya beramber jinan berdewam dike. Bi taybetî destdirêjiya karmendên dewletê beramber keç û jinên kurd li bajarên Bakurê Kurdistanê êdî bûye diyardeyek. Rojnameger Perîhan Kaya derbarê destdirêjî û tûndiya li ser jinan podcastek amade kiriye.

    Li Tirkiyê di heyama 6 mehên sala 2020an de 124 jin hatine qetilkirin. 86 mirinên bi guman wekî "xwekuştin" derbasî qeydan edlî bûne û faîlên wan nehatine dîtin. Di meha Tirmehê de 36 jin hatin qetilkirin. Di meha borî de li Amed, Agirî, Mêrdîn û gelek bajarên din mirinên biguman yên jinan pêk hatin û piranî di bin navê întîxarê de derbasî dosyayan bûn.

    Pabendnebûna Tirkiyê ya ya rêkeftinên navdewletî yên li ser jinan û bicîneanîna yasayan yên parastina mafên jinan jî li rojeva Tirkiyê ne. Rêbazên vekişîna ji peymana Stenbolê û yasaya jimareya 6.284 ya destûrê jî nayê bi cî anîn.

    17 min
  • M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ: Dengên peravên Behra Wanê

    Ajaldarên Wanê bi hatina biharê re pez û ajalên xwe dibin nava mêrg û çêmenên peravên hêşîn ê behra Wanê û wan di behrê de dişon. Ligel şuştina ajalan dengbêjiyê dikin. M. Salih Bedirxan dengên perav û gavanên Wanê di podcastekê de tomar kiriye.

    11 min
  • M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ: Îranê dest bi pêleke sêdaredanê kiriye

    Komara Îslamî ya Îranê dîsan dest bi li sêdaredana girtiyan, girtina çalakavanên medenî û kuştina kolberên kurd kiriye. Di nava mehekê de 10 girtî hatine îdamkirin û bi dehan kolber jî hatine kuştin. @Bedirxansalih û rojnameger Îskender Caferî behsa binpêkirinên mafê mirovan li Rojhilatê Kurdistanê kirine.


    16 min
  • M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ: Birîna Şingalê sarêj nebûye

    6 sal bi ser Komkujiya Şingalê derbas bû û hîn jî birîna xelkê Şingalê sarêj nebûye. Herwiha hêzên ne meşrû jî wêrankirina bajêr berdewam dikin. Qeymeqamê Şingalê Mehma Xelîl rewşa xelkê êzdî yê Şingalê qonaxa jenosîd nasadina komkujiyê ligel @Bedirxansalih gotûbêj kir.

    21 min
  • M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ: Rêwîtiya penaberan bo Wanê

    Spot/ Rojane bi sedan penaber ji ber şer û bêîstîkrariya li welatên xwe berê xwe didin Wanê. Di wê rêya penaberiyê de bêyî ku bigihên dawiya wan xeyalên xwe li nava sînorên Wanê koça dawî dikin. @BedirxanSalih û @RusenTakva behsa rêwîtiya penaberan bo Wanê dikin.


    21 min
  • ROZA SIERRA- TÛRIK: Gundê Kerran

    Civat xweş e bi sê tiştan: ya bi sotin, ya bi gotin, yan jî kotin. @rozasiera di bernameya Tûrikê de bi çiroka Gundê Kerran ku li ser metefora 'fikrê te çibe zikrê te jî ew e' pêşberî we ye. Guhdarên podcastkurdîyê kerem bikin em vê çiroka kurt û kurmancî guhdar bikin.


    6 min

About Podcast Kurdî

From the publisher's feed

"Guhdarên ezîz, ev der Podcast Kurdî ye!"