
Sign up to save your podcasts
Or


122 saliya rojnamegeriya kurdî pîroz be.
Rojnamegera xwedî gelek tecrûbe û bi salan li Bakurê Kurdistanê rojnemegeriyê dike Hatîce Kamer bû mêvana bernameya “Çîrokên Rojnmagerên Kurd” û behsa serpêhatiya xwe ya rojnamegeriyê, astengiyên li pêş rojnameger û rojnemevaniya kurdî kir.
Qonaxên sînemaya Fransayê û sînemageriya dêrhenerê naskirî yê fransî Jean-Luc Godard û rêbaza wî ya nû di di sînemaya Fransayê de, tesîra wî li ser sînamegerên fransî, mijar naveroka fîlmên wî di vê podcastê de cîh digirin. Kerem bikin lê guhdar bikin.
Di bernameya Rabêjê de M.Salih Bedirxan derbarê tesîra Koronayê li ser derûnîya mirovan re bi derûnnas Leyla Tarhan axivî û podcastek amade kir. Tarhan behsa endîşaya Koronayê û xwe parastina ji wê endîşeyê dike.
Êzîdî Çarşema serê Nîsanê ango li gorî salnameya rûmî Çarşema pêşî ya Nîsanê wekî Cejna Çarşema Sor pîroz dikin û îro Cejna Çarşema Sor e. Çarşema Sor tê çi wateyê û çawa tê pîrozkirin? Di bîr û baweriya êzidiyan de, taybetmendî û rîtuelên Çarşema Sor çi ne?
Roza Sierra li ser derbarê Çarşema Sor de podcastek amade kir.
Radestkirina Mistefa Selîmî ji aliyê YNKê bo Îranê û îdamkirina wî ji aliyê Îranê ve dengvedaneke çawa di siyaseta kurdan de çêkir? Helwêsta hizbên Rojhilatê Kurdistanê beramber wê kiryara YNKê çi bû? Rojnameger Mihemed Salih Bedirxan ü Elî Ciwanmerdî bûyera Mistefa Selîmî di vê podcastê de şîrove kirin.
Di kadraja Kurdî de heyvpeyvinek bi derhener Alî Kemal Çinar re. Em di vê bernameyê de çîroka sînemaya Alî Kemal û sînrmaya. Kurdî axîfîn.
Bandora koronayê li ser xebat û çalakiyên çandî û hunerî
Pandemiya Koronayê (Covid-19) bandorê li her aliyê jiyanî û civakî dike. Yek ji van aliyan jî bêguman qada çandî û hunerî ye. Ji ber koronayê gelek xebat û çalakiyên çandî û hunerî sekinîn û beşek jê derbasî qada dîjîtal dibe.
Pandemiya koronayê, bandoreke çawa li ser xebat û çalakiyên çandî û hunerî dike? Di rojên koronayê de hunermend çi dikin û çawa bi hezkiriyên xwe re têne cem hev? Hunermend li ser koronayê çi dibê
M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ: Rojeva Koronayê li Herêma Kurdistanê
M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ: Korona li Bakurê Kurdistanê
M.SALIH BEDIRXAN- RABÊJ: Korona Li Rojavayê Kurdistanê
From the publisher's feed