
Sign up to save your podcasts
Or


Mevlut Oğuz, di beşa pêncemîn a Derkenarê de li ser ferhengên kurdî/kurmancî sekiniye û dîmenekî giştî yên ferhengên kurdî derxistiye.
Ferhengên pêşî yên kurdî kîjan in? Heta niha di kîjan waran de û bi kîjan zimanan ferhengên kurdî hatine çapkirin? Di kîjan waran de hewcedarî bi ferhengên nû heye? Bersiva van pirsan û ahagiyên zêdetir li ser ferhengan di beşa nû ya Derkenarê de ye.
@BedirxanSalih Pêngava dawî ya yekrêziya ya PYNK- ENKSê li Rojavayê Kurdistanê, vegera aliyan bo Rêkeftina Duhokê ya 2014an, garantorên civînên aliyan di vê bernameyê de şîrove kiriye.
BedirxanSalih di vê podcasta xwe de derbarê fişar û zulma saziya DEDAŞê ya li ser cotkarên kurd podcastek amade kiriye. DEDAŞê zêdetr ji 15 rojane ceyrana bi dahan gundan li Mêrdîn û Rihayê girtiye û xelkê herêmê û cotkar bêav û bêceyran hiştiye.
Guhdarên ezîz @fatosyildiz di bernameya Kadraja Kurdî de li ser realîzma nû ya sînemaya Îtalyayê û tesîra Şerê Cîhanê yê duyem ê ku li sinemaya Îtalyayê bandor kirîye, podcastekê amade kir.
Hevkarê me Mevlüt Oğuz di beşa çaremîn a ‘Derkenar’ de yekem kovara zarokan a Kurdî ya bi navê "Girr û Gallî Mindallanî Kurd" dide naskirin û çend pêşniyaran dike.
Piştî 6 mehan Mistefa Kazimî weke serokwezîrê nû yê Iraqê hat hilbijartin û gelek kêşeyên ji hikûmetên beriya xwe mabûn li xwe girtin. Rojnameger û nivsîkarê naskirî yê kurd Nûrî Bêxalî serokwezîriya Mistefa Kazimî, nakokiyên Hewlêr û Bexdayê gefên Bexdayê bo Hewlêrê li ligel @Bedirxansalih şîrove kiriye
Yek ji stûnê 40 salên dawî yê muzîka kurdî Seîd Gabarî 4ê Gulanê ji nava me bar kir. @rozasierra yê beriya bi 3 mehan li Hewlêrê serdana hunermend Gabarî kiribû û sohbetek pê re çêkiribû. Guhdarên ezîz hûn dikarin beşekî ji wê sohbetê guhdar bikin.
15.Gulana 1932an roja derketina Kovara Hawarê weke Roja Cejna Zimanê Kurdî li nava kurdan tê pîroz kirin. Îsal 88 saliya kovara Hawarê ye. M. Salih Bedirxan derbarê Hawarê û malbata Bedirxaniyan de podcastek bi Sînemxan Bedirxanê amade re kiriye.
Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) piştî gelek nakokî û aloziyan niha gelekî nêzîk bûne û gihaştine rêkeftinê li Rojavayê Kurdistanê. Amerîka û Herêma Kurdistanê navbeynkariya diyaloga herdu aliyan dikin. Mihemed Salih Bedirxan bi Prof. Dr. Ferîdûn Sadûnê di proseya diyaloga herdu aliyan de cî digire re axivî. Ferîdûn Sadûn zanyariyên qonaxa dawî ya hevdîtinên ENKS û PYDê aşkere dike.
Cih û girîngiya nameyan di wêjeya Kurdî de çi ne? Nivîskar û rewşenbîrên Kurd di nameyên xwe de qala çi dikin? Kîjan nivîskarî ji bo debara xwe kemaçeya kurê xwe firotiye û kîjan nivîskaran di nameyên xwe de nîqaşên rêzimanî kirine?
From the publisher's feed