
Sign up to save your podcasts
Or


Şerê Ermenistan-Azerbaycanê bi giranî berdewam dike. Şerê herdu aliyan li herêmê belav dibe. @Bedirxansalih û akademîsyen û pisporê Rûsyayê Dr. @onenekrem behsa şerê herdu welatan rola kurdan û kurdên Qefqasyayê kirine.
Mamoste Gulsuma Demîr li ser malpera xwe û hesabê xwe yê @Kurdishlesson2 ê tora medyaya civakî dersên online yê kurdî ji biyaniyan re vedibêje. Mamoste Gulsuma Demîr bû mêvana Podcast Kurdiyê û behsa projeyên xwe kir.
Parlementerê HDPê yê Wanê @muratsarisac binpêkirinên mafê mirovan ê li Wanê, lêdana şivan û îşkenceya cotkaran kuştina karkerê Erdîşî li Afyonê ligel @RusenTakva gotûbêj kiriye.
Rojnameger û nivîskarê naskirî yê kurd hêja @BazidiTuran û @BedirxanSalih gefên leşkerkêşiya Yunanistan û Tirkiyê geşedanên li Deryaspî di vê podcastê de şîrove kirine.
Divê beşê da em ê guhdariya destana Cembelî Kurê Mîrê Hekaryanê bikin.
Dengbêj Ehmedê Qerejdaxî destana Cebêlî Mîrê Hekêrî bi devoka Qerejdaxê û bi meqama dengbêjiyê weke bûyer dibêje.
@rozasierra yê amade kir. Kerem bikin.
Hlbijartinên serokatiya Amerîkayê, nêzîkatiya Joe Biden li kurdan, gotinên Joe Biden derbarê Tirkiyê mijarên vê podcastê ne. @BedirxanSalih û Berpirsê Navenda Enformasyana Kurdî li Amerîkayê @AKINinfo behsa hilbijartinên Amerîkayê kirine.
Rawîn Stêrk ji 6ê Adara 2020an heta niha bi tohmetên bêbingeh hatiye zindanîkirin. Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas dibêje girtina Rawîn keyfî ye û wan fêm nekiriye bê ka Rawîn bi kîjan tohmetan hatiye girtin. @BedirxanSalih behsa doza Rawîn Stêrk kiriye.
ji 6ê Adara 2020an heta niha bi tohmetên bêbingeh hatiye zindanîkirin. Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas dibêje girtina Rawîn keyfî ye û wan fêm nekiriye bê ka Rawîn bi kîjan tohmetan hatiye girtin. @BedirxanSalih behsa doza Rawîn Stêrk kiriye.
Muzîkolog û antropolog Dr. Argûn Çakir fêrî kurdî bûye û li ser muzîka kurdî lêkolînan dike û li kemaçê dide. Mevlüt Oğuz bi Dr. Çakir re li ser kemaçê û kemaçevanîyê hevpeyvîneke berfireh kirîye.
Guhdarên ezîz @fatossterk di bernameya Kadraja Kurdî de li ser sînemaya Lindsay Anderson û li ser rêbaza azad ku di salên 1950an de li Brîtanyayê xwe nîşan didê podcastek amade kiriye.
From the publisher's feed