Raportên Peyamnêran

Raportên Peyamnêran

By SBSNews
Download on the App Store

Raportên Peyamnêran episodes

  • Ewropa dest bi vegerandina penaxwazên neyasa dike
    Ev bû demeke ku hejmareke mezin ji penaber û koçberan ji welatên Ewropî bi taybetî ji Almanya û Brîtanya bo Îraq û Herêma Kurdistanê tên vegerandin. Karbidestên wan welatan wan penaxwazan ji ber hin egeran vedigerîn. Egerên weke çûna koçberan bo welatên Ewropî bi awayekî neyasayî, herweha rêkeftina di navbera Îraqê û hin welatên di Yeketiya Ewropî de bo vegerandina panaxwazên ku bi şêweyeke neyasayî çûne.
    11 min
  • Krîza aborî beşdarbûnê li Pêşangeha Pirtûkan a Amedê kêm dike
    Nehemîn Pêşengeha Pirtûkan ya Diyarbakir di 18ê mehê de destpêkir û roja yekşemê bidawî tê. Ji 30 weşanxane, komele, sazî û dezgehên Kurdî zêdetir di pêşangehê de beşdar bûn û di nav heşt rojan de bi dehan çalakîyên kultûrî hene. Weke gotûbêj, xwendina çîrok û helbestan, û imzekirina pirtûkan. Îsal beşdar kêmin, weşanxane balê didin ser bandora xerab ya krîza ekonomîk li Tirkiyê. Parlamena Tirkiyê roja Sêşemê 21ê Cotmehê daxwaza Serokomar Recep Tayyip Erdogan a dirêjkirina dema operasyonên Artêşa Tirkiyê li Sûriye û Iraqê ji bo sê salên din pejirand. Zêdetir derbarê mijarên li jor di raporta ji Amedê de heye.
    13 min
  • Baroya Wanê di mirina Kabaiş de îhmalkariya edlî îdia dike
    Dadgeha Mafê Mirovan di meha Tîrmehê de li ser Doza Kobaniyê jibo Selahattîn Demirtaş biryar da ku divê Tirkîye wî azad bike ku dadgeh bawer dike biryara girtina Demirtaş biryareke siyasî ye. Hêvî hebû jiber pêvajoya aşitîyê Tirkîye li dijî biryara dadgehê dernekeve û Demirtaş di 8ê mehê de azad bibe lê Tirkîye îtiraz kir. Rojîn Kabaîş a 21 salî, ji Amedê, xwendekara Zanîngeha Wanê, salekê berê di Gola Wanê de mirî hate dîtin. Lêpirsîn li ser gûmana ku Rojîn xwe kuştibe desrpêkir lê malbata wê li dijî vê îdiayê derdikeve û bawer dikin keça wan hatiye kuştin.
    11 min
  • Pêşbirka hilbijartinên parlementoya Iraqê dest pê kir
    Bangeşa helbijartinê bo perlemana Îraqê li herêma kurdistanê destpêkiriye ku bangeşeke gerim birêve diçe û partên desthelat û opozisyûn bangeşa xwe bê pirisgirêk birêve dibin. Roja Sêşemê firokeyeka bê firokevan li sînora Qendîlê kete xwarê, ev jî piştî ku dever bombaran kir û her dem û demekê hinek deverên Herêma Kurdistanê tên burdoman kirin. Vê yekê dilgiranîyeke mezin li gel xelkê wan gundên sînorî çêkirye. Zêdetir derbarê van mijaran di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.
    11 min
  • Tenduristiya Silêmaniyê di krîzeke mezin a kêmbûna dermanan de ye
    Demeke dirêj e ku arîşa nebûna derman û hewcedariyên nûjdarî li nexweşxaneyên sînorê parêzgeha Silêmanîyê çêbûye. Nebûna dermanan metirsîyeke mezin li ser jiyana bêtir ji 40 hezar nexweşên dom dirêj li sînorê parêzgeha Silêmanîyê çêkirye. Wezîrê Tenduristiya Hukûmeta Herêma Kurdistanê û Tenduristiya Silêmanî bizavên mezin dikin ji bo çareserkirna nebûna dermanan.
    9 min
  • Gelo mimkun be hêzên Pêşmerge bibin yek?
    Şîrketa pêwindiyan ya bi navê Korek Telecom ya Îraqî ye û navenda wê li bajarê Hewlêrê li Herêma Kurdistanê ye. Şîrket berî niha rastê sizayê hatibû û heya niha ew pirsa nehatîye çarekirin. Herweha di naveroka raporta ji Hewlêrê bizavên mezin jibo yekgirtina herdu hêzên 70 û 80 yên hêzên pêşmergeyên Kurdistanê hatîye kirin ku herdu bibin yek û bikevin jêr desthelata Wezareta Pêşmerge û Hukûmeta herêma kurdistanê. Zêdetir derbarê wan mijaran di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.
    10 min

About Raportên Peyamnêran

From the publisher's feed

Peyamnêrên me raporên herî dawî tînin ber destê we. Hatice Kamer ji Amedê û Ehmed Xefûr ji Hewlêrê, çîrok, hevpeyvîn û raporên çandî ji Herêma Kurdistanê û ji deverên kurdan li Tirkiyê pêşkêş dikin.…