Sign up to save your podcastsEmail addressPasswordRegisterOrContinue with GoogleAlready have an account? Log in here.
Peyamnêrên me raporên herî dawî tînin ber destê we. Hatice Kamer ji Amedê û Ehmed Xefûr ji Hewlêrê, çîrok, hevpeyvîn û raporên çandî ji Herêma Kurdistanê û ji deverên kurdan li Tirkiyê pêşkêş dikin. P... more
FAQs about Raportên Peyamnêran:How many episodes does Raportên Peyamnêran have?The podcast currently has 85 episodes available.
September 12, 2025Salek derbas bû û hîn kujerê Narîn Guran nehatiye zanînLi Amedê, li gondê Çolî, di 19ê Tebaxê de zarokeke 9 salî wunda bû, navê wê Narin Guran bû. Meytê wê piştî 18 rojan di newalek de hate dîtin. Dayika wê Yuksel, birayê wê Enes (19), Apê Salim Guran, bi sûcê kuştina Narînê bi hetahetayê hatin cezakirin....more10minPlay
September 11, 2025Gelo mimkun be hêzên Pêşmerge bibin yek?Şîrketa pêwindiyan ya bi navê Korek Telecom ya Îraqî ye û navenda wê li bajarê Hewlêrê li Herêma Kurdistanê ye. Şîrket berî niha rastê sizayê hatibû û heya niha ew pirsa nehatîye çarekirin. Herweha di naveroka raporta ji Hewlêrê bizavên mezin jibo yekgirtina herdu hêzên 70 û 80 yên hêzên pêşmergeyên Kurdistanê hatîye kirin ku herdu bibin yek û bikevin jêr desthelata Wezareta Pêşmerge û Hukûmeta herêma kurdistanê. Zêdetir derbarê wan mijaran di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye....more10minPlay
September 05, 2025Şanoya bajarê Amedê car din perdeya lîstikvaniyê vedikeŞanoya bajarê Amedê perdeya xwe bi lîstikeke jinan vekir. Navê lîstikê JİN e û ji derhêner heta listikvanan jinin. Derhêneriya şanoyê Mizgîn Bîlmen e, koreografiya wê Bêrîvan Savgat û dramaturgiya wê jî Berfîn Emektar e. Herweha di raportê de behs li ser meşa 1ê îlonê Roja Aşitiya Cîhanê dibe ku bi hezaran welatî, ji bo dexwaza aşitiyê meşeke girseyî lidarket. Raporta Hatice Kamer....more11minPlay
August 14, 2025Diyarbakir: Komeleya Zimanê Kurdî li Îzmîrê piştî 14 rojan derî girtî car din vedibeNûçegîhan Hatice Kamer ji Amedê hevpeyvînek bi hevserokê Komeleya Avesta, Remezan Kaygusuz re pêk aniye. Di 1ê meha Tebaxê de, şaredariya Konakê ya bajarê İzmirê, deriyê komeleya Avestayê mohr kir. Lê piştî bertek û nerazibûnên zêde, şaredariyê piştî 14 rojan deriyê komeleya Kurdî vekir. Şaredarî ji bo hiceta morkirina komeleyê got 'ruxsata wê ji bo perwerdehiyê nîne'. Hevserokê komeleyê Ramazan Kaygusuz, li dijî morkirina deriye komelê gotibû ''Yê ku hate morkirin ne deriye komeleyê ye, zimanê Kurdî ye.''...more10minPlay
August 13, 2025Bi milyonan niştecih li Herêma Kurdistanê sûdê ji hatina elektrîkê digirnWezareta Elektrîkê ragihand ku niha zêdetir ji 2.7 milyon kesên li Herêma Kurdistanê 24 saetan elektrîk hene. Herweha, di naveroka raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê nûçeyeke din heye ku 2 kesên ji Bexdayê hatibûn Herêma Kurdistanê û li Hewlêrê li benzîn xaneyekê hatibûn kuştin....more12minPlay
FAQs about Raportên Peyamnêran:How many episodes does Raportên Peyamnêran have?The podcast currently has 85 episodes available.