Sign up to save your podcastsEmail addressPasswordRegisterOrContinue with GoogleAlready have an account? Log in here.
Peyamnêrên me raporên herî dawî tînin ber destê we. Hatice Kamer ji Amedê û Ehmed Xefûr ji Hewlêrê, çîrok, hevpeyvîn û raporên çandî ji Herêma Kurdistanê û ji deverên kurdan li Tirkiyê pêşkêş dikin. P... more
FAQs about Raportên Peyamnêran:How many episodes does Raportên Peyamnêran have?The podcast currently has 85 episodes available.
March 25, 2026Êrîşa Îranê li sînorê Soran 6 Pêşmerge kuştin, 30 jî birîndar kirWezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku di du êrîşên cuda de li ser hêzên Pêşmerge li sînorê Soran li parêzgeha Hewlêrê, şeş pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan û 30 pêşmergeyên din jî birîndar bûn. Wezareta Pêşmerge diyar kir ku êrîş bi şeş mûşekên balîstî yên Îranê hatine encamdan. Ev êrîş bû sedema nerazîbûn û bertekên berfireh li ser asta Herêma Kurdistanê û cîhanê....more10minPlay
March 19, 2026Bi kêm coş lê bi hêvî: Bi hezaran kes li Amedê ji bo Newrozê xwe amade dikinLi Trikiyê û li bajarên Kurdan, pîrozkirina Cejna newrozê destpêkiriye. Dê îsal li 53 navendan Newroz were pîrozkirin. Dirûşma Newroza îsal “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” e. Şahîya li Amedê, wekî hersal di 21ê Adarê da ye. Ji ber rewşa Rojava û Rojhelat, coşîyek pir nîne lê çaverê ye ku bi dehan hezar kes beşdar bibin....more9minPlay
March 18, 2026Alozî û êriş pîrozbahiyên Newrozê li Herêma Kurdistanê bandor dikeJi ber alozî û êrîşên dawî, rêûresmên Newrozê li Herêma Kurdistanê hatine sînordarkirin. Tevî ku amadekariyên berfireh ji bo pîrozkirina cejna Newrozê li seranserî bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê hatibûn kirin, bi taybetî li bajarê Akrê yê ku wek "Paytexta Newrozê" tê naskirin, îsal rûyê pîrozbahiyan hate guhertin....more10minPlay
March 13, 2026Koçkirina Êzîdîyan e berdewam bi piştgirîya kêm ya Hukumeta Îraqê ve girêdayî yeZêdo Baedrî, şêwirmendê Parlemana Kurdistanê ye, di hevpeyvîneke digel nûçegîhanê SBS Kurdî Ehmed Xefûr behsa koçberbûna Êzîdiyan bo derveyî Iraqê dike. Ew herwiha behsa çarenivîsa keç û jinên Êzîdî ye ku ji aliyê çekdarên grûpa Dewleta Îslamî ve hatibûn revandin dike....more12minPlay
March 11, 2026Bilindbûna aloziyên herêmî: Tirkiyê hişyariyê dide ÎranêŞerê Amerika/Îsraîlê li dijî Îranê di roja 12an da ye, ku di çar û dehê mehê de, du mûşekên Îranê li Tirkiyê hatin xistin. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan da xuyakirin û hişyariyên pêwîst bi zelalî ji Îranê re hatine ragihandin. Erdogan bi telefonê bi Serokomarê Îranê Pezîşkiyan re axivî û got ‘armancgirtina Îranê ya li ser welatên cîran sûdê nade tu kesî.’’ Zêdetir derbarê vê mijarê di raport Hatice Kamer ji Amedê heye....more13minPlay
February 25, 2026Di du mehan de 58 jin li Turkiyê hatine kuştinDi nav du mehan de li Tirkiyê 58 jin hatin kuştin, ku di 18ê mehê de şeş jin di rojekê de bi destê hevjînê xwe hatin kuştin. Yek ji wan, jineke 33 salî bû li bajarê Wanê. Hevjînê wê bi efuyê ji zindanê derketîye ku wî li ber çavên çar zarok û xwesiya xwe, hevjîna xwe Gonul Alkan bi derbeyên kêrê kuşt, ji ber ku Gonul telaqa xwe xwestîye....more8minPlay
February 25, 2026Bang ji bo berfirehkirina Navenda Lalişê li cîhanê tê kirinNavenda Laliş ji bo xizmetkirina tevahiya civaka Êzidî li seranserê cîhanê hatiye avakirin. Lewma ji nuha ve daxwaz hatiye kirin ku bêtir giringî bidin Navenda Lalişê û li welatên cîhanê yên ku civaka Êzidî lê dijîn, liqên nû yên Navenda Laliş bên vekirin, da ku bêtir xizmeta civaka Êzidî bikin....more9minPlay
February 20, 2026Li Amedê bernameyên curbicur ji bo Roja Zimanê Dayikê li dardikevinRoja 21ê Şibatê, Roja Zimanê Dayikê ye. Li Amedê jibo wê rojê komele û tevgerên zimên bernameyên curbicur amade dikin. Demet Ceylan behsa van bernameyan dike....more11minPlay
February 12, 2026Xwediyê helbesta ‘Ez xortê Kurd im’ Mehmed Emîn Bozarslan koça dawî kirHelbesta ‘’Ez xortê Kurd im, pir bi nav û deng", xwediyê wê, rewşenbîr, dîrokzan, zimanzan û nivîskarê Kurd Mehmet Emîn Bozarslan e, ku li welatê Swêdê koça dawî kir. Bozarslan ji Amedê ye û 49 salan ji welatê xwe dûr bû....more13minPlay
February 11, 2026Peywendiya telefonî ya Mesûd Barzanî û Nûnerê Trump li ser SûriyêBaregeha Mesûd Barzanî ragihand ku roja Duşemê 9î Şibatê peywendiyeke telefonî di navbera rêzdar Mesûd Barzanî û Tom Barack, Nûnerê Donald Trump jibo karûbarên Sûriyeyê de hat encamdan, û tekeze li ser berdewamiya hevalbendiya gelê Kurdistanê û Amerîkayê kirin. Herweha di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê behx li ser dirêjkirina pêkanîna hukumeta Iraqê, û rênekeftina Partî û Yeketî li ser posta serokkomar ku qet li ser wê postê rênakevin....more12minPlay
FAQs about Raportên Peyamnêran:How many episodes does Raportên Peyamnêran have?The podcast currently has 85 episodes available.