Raportên Peyamnêran

Raportên Peyamnêran

By SBSNews
Download on the App Store

Raportên Peyamnêran episodes

  • Li Sûriya 'Nû' divê mafê hemû pêkhateyan bê parastin
    Roja Duşemê 3ê Tebaxa 2026an, Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, serdana Şamê kir û ligel Ehmed Şerii, Serokkomarê Sûriyê yê demî civiya. Di civînê de tekeze li ser bihêzkirina peywendiyên dualî, berfirehkirina hevkar ya aborî û herêmî, û parastina mafên hemû pêkhateyan di Sûriyeya nû de hat kirin. Herweha di raportê de behs li ser ku zêdetirî 20 milyon serdankirên Îranê û hejmareke welatên din bo Iraqê bi mebesta beşdarbûnê di merasîmên çeleya Îmam Husên de.
    9 min
  • Partiyên Kurdistanî êrîşên Îranê şermezar kirin
    Di raporta Hatice Kamer ji Amedê de li ser daxuyaniya hevbeş a partiyên Kurdistanî ku li dijî êrîşên Îranê derketiye radiweste. Her weha, pêşveçûnên pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyê jî têne nirxandin, ku tê de amadekariyên çarçoveya qanûnî, serdanên siyasî û peyama Abdullah Ocalan li ber çavan tên girtin.
    8 min
  • Hewlêr û Silêmanî dîsa bûn armanca dron û muşekan
    Peyamnêr Ehmed Xefûr ji Hewlêrê behsa zêdebûna aloziya ewlehiyê li Herêma Kurdistanê dike, piştî ku hejmareke ji dron û muşek ber bi Hewlêr û Silêmaniyê ve hatin arastekirin. Ew herweha balê dikişîne ser pirsgirêka zêdebûna berazan ku êrîşî erd û berhemên cotkaran dikin, dike. Cotkar dibêjin tevî hewildanên wan ji bo parastina berhemên xwe, beraz hîn jî zirareke mezin didin çandiniyê.
    9 min
  • Bandorên hewla derbeya 2016 û pêvajoya çekdanînê li Tirkiyê
    Nûçegîhan Hatice Kamer ji Amedê di raporta xwe de li ser salvegera hewla derbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an ya ku bi rêxistina FETO ve tê girêdan radiweste û encamên wê yên siyasî, civakî û aborî ji bo Tirkiyê dinirxîne. Di raportê de tê şîrovekirin ka ev bûyer çawa bandor li siyaseta navxweyî, têkiliyên civakî û nêrînên xelkê li ser demokrasî û ewlehiyê kiriye. Herweha behs li ser salvegera destpêkirina pêvajoya çekdanîna PKK dibe û pêvajo ta niha gihiştiye çi qonaxê.
    10 min
  • Iraq û DYA li ser petrol û aboriyê hevkarîyê xurt dikin
    Serokwezîrê Iraqê Elî el-Zeydî û serokê DYA Donald Trump, civînek li Washington pêk anîn. Civîna roja Sêşemê piştî wê yekê hat ku Trump piştgiriya xwe da el-Zeydî, karsazê bê dîrok di siyasetê de. Her du rêberan soz dan ku têkiliyên aborî kûrtir bikin û hilberîna petrola Iraqê zêde bikin.
    9 min
  • Nakokî li ser xwedîtiya gundan li Parêzgeha Duhokê berdewam e
    Demek e ku beşek ji krîstiyanên qezayên Akrê, Amêdî û Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê li parêzgeha Duhokê, nerazîbûna xwe li ser xwedîtiya hejmareke ji gund û zeviyan nîşan didin. Ew di wê baweriyê de ne ku ev gund û zevî di bingehî de yên wan in û divê ji wan re werin vegerandin. Dr Elî Teter, Parêzgarê Duhokê ragihand: 'Em parêzerên mafên hemû pêkhateyan in û em nahêlin xedr li hîç kesî were kirin. Dadgeh her biryarekê bide, divê were cîbicîkirin". Zêdetir derbarê wê mijarê û mijarên din di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.
    12 min
  • Siberoja ewlehî û hevkariya navneteweyî li kombûna NATOyê tê nîqaşkirin
    Raporta Hatice Kamer ji Amedê li ser Kombûna Bilind a NATOyê ye ku di 7 û 8ê vê mehê de li Enqerê cî digire, û li wir serok û nûnerên welatên endam li ser mijarên girîng yên ewlehî, parastin û siberoja hevkariyên navneteweyî nîqaş kirin. Herwiha di raportê de behs li ser Konfirensa Zimanê Kurdî dibe ku hefta borî li Amedê hate lidarxistin. Di konfirensê de akademîsyon, nivîskar û çalakvanên zimanê Kurdî li ser pêşxistina zimanê Kurdî, parastina wê û rola wê di civakê de nêrîn û pêşniyarên xwe parve kirin.
    10 min
  • Bi dehan berpirsên Iraqî di doza gendeliyê de hatin girtin
    Bi dehan berpirs, parlementer û karbidestên bilind ên Îraqê bi biryara Serokwezîr Eli al-Zaidî ji ber gendelî û stendina mal û milkên dewletê hatin girtin. Herweha di raportê de behsa bizavên nebûna Herêma Kurdistanê, ji ber nelihevkirina aliyên siyasî, jî tê kirin.
    11 min
  • Bi hezaran kes li Amed û Stenbolê ji bo "Mîtîngên Azadiyê" kom bûn
    Berî çend rojan DEM Partî bi navê 'Mîtînga Azadîyê' xwepêşandaneke cemawerî li darxist. Çareseriya demokratik a pirsgirêka Kurd û azadîya rêberê PKK peyamên sereke bûn. Ji aliyekî din ve partiyên Kurdistanî li Wanê kom bûn û nerazîbûna xwe ji siyaseta dewleta Tirkîyê, û ji sîyaseta entegrasyona demokratîk diyar kirin.
    9 min

About Raportên Peyamnêran

From the publisher's feed

Peyamnêrên me raporên herî dawî tînin ber destê we. Hatice Kamer ji Amedê û Ehmed Xefûr ji Hewlêrê, çîrok, hevpeyvîn û raporên çandî ji Herêma Kurdistanê û ji deverên kurdan li Tirkiyê pêşkêş dikin.…