Sign up to save your podcastsEmail addressPasswordRegisterOrContinue with GoogleAlready have an account? Log in here.
Peyamnêrên me raporên herî dawî tînin ber destê we. Hatice Kamer ji Amedê û Ehmed Xefûr ji Hewlêrê, çîrok, hevpeyvîn û raporên çandî ji Herêma Kurdistanê û ji deverên kurdan li Tirkiyê pêşkêş dikin. P... more
FAQs about Raportên Peyamnêran:How many episodes does Raportên Peyamnêran have?The podcast currently has 85 episodes available.
July 08, 2026Siberoja ewlehî û hevkariya navneteweyî li kombûna NATOyê tê nîqaşkirinRaporta Hatice Kamer ji Amedê li ser Kombûna Bilind a NATOyê ye ku di 7 û 8ê vê mehê de li Enqerê cî digire, û li wir serok û nûnerên welatên endam li ser mijarên girîng yên ewlehî, parastin û siberoja hevkariyên navneteweyî nîqaş kirin. Herwiha di raportê de behs li ser Konfirensa Zimanê Kurdî dibe ku hefta borî li Amedê hate lidarxistin. Di konfirensê de akademîsyon, nivîskar û çalakvanên zimanê Kurdî li ser pêşxistina zimanê Kurdî, parastina wê û rola wê di civakê de nêrîn û pêşniyarên xwe parve kirin....more10minPlay
July 02, 2026Bi dehan berpirsên Iraqî di doza gendeliyê de hatin girtinBi dehan berpirs, parlementer û karbidestên bilind ên Îraqê bi biryara Serokwezîr Eli al-Zaidî ji ber gendelî û stendina mal û milkên dewletê hatin girtin. Herweha di raportê de behsa bizavên nebûna Herêma Kurdistanê, ji ber nelihevkirina aliyên siyasî, jî tê kirin....more11minPlay
July 01, 2026Bi hezaran kes li Amed û Stenbolê ji bo "Mîtîngên Azadiyê" kom bûnBerî çend rojan DEM Partî bi navê 'Mîtînga Azadîyê' xwepêşandaneke cemawerî li darxist. Çareseriya demokratik a pirsgirêka Kurd û azadîya rêberê PKK peyamên sereke bûn. Ji aliyekî din ve partiyên Kurdistanî li Wanê kom bûn û nerazîbûna xwe ji siyaseta dewleta Tirkîyê, û ji sîyaseta entegrasyona demokratîk diyar kirin....more9minPlay
June 26, 2026Civîna NATO li Tirkiyê nêzîk dibe: Operasyonên berfereh çê dibinDi 7-8ê meha Tîrmehê de Kombûna Bilind a NATO ê li Tirkiyê bê lidarxistin. Berî civînê jî, rêxistin û partiyên çep operasyonên berfireh yên dij tên kirin. Li Enqerê û Stembolê 233 kes hatin desteserkirin. Li alîkî din duyemîn romana Kurdî ya nivîskar û serokê PENa Navnetewî Burhan Sonmez ji aliyê Weşanxaneya Avesta ve hate weşandin. Navê romanê “Neynika Sor” e. Zêdetir di raporta Hatice Kamer ji Amedê heye....more10minPlay
June 24, 2026Lêkolîn li ser îdiaya destdirêjiyeke li zanîngeha Silêmanî tê kirinJi ber belavbûna çend tomaran dengî ku tê de îdîaya destdirêjiya li ser xwendekarên keç ên Zanîngeha Silêmaniyê li dijî mamosteyekî kolêja ayînî tê kirin, komîsyoneke lêkolînê hatiye damezrandin. Li aliyekî din nakokiyên di navber Partî û Yekîtiyê de ji bo avakirina kabîneya dehem ya parlemana Herêma Kurdistanê berdewamin. Zêdetir di hevpeyvîna bi peyamnêr Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye....more9minPlay
June 18, 2026Serokwezîr Barzanî û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka Tom Barrack civiyanSerokwezîr Mesrûr Barzani spasiya Tom Barrack Nûnerê Taybet yê DYA bo hevkarîya Amerîka û piştgiriya berdewam a Herêma Kurdistanê kir. Herdu alî li ser girîngiya ji nû ve aktîvkirina Parlamena Kurdistanê, avakirina kabîneya nû ya Hukûmeta Herêma Kurdistanê û bi zûtirîn dem bidawîanîna rewşa siyasî li hev kirin. Her weha raport behsa parastina maf û pêkvejiyana olî û neteweyî ya li Herêma Kurdistanê ku neteweyên cuda bi awayekî azad tê de dijîn....more9minPlay
June 17, 2026"Australya dizanibû ku parastina tîmê Tirkiyê gelekî lawaz e”Kûpa Cîhanê ya futbolê ya FIFA’yê di 11’ê Hezîranê de dest pê kir. Tirkiyê jî bi tîma xwe yê neteweyî beşdarî tornemêntê bû. Maça yekem a Tirkiyê li dijî tîmê Australya hate lîstin. Her çiqas e ku Tirkiyê ji xwe pir bawer bû, di dawiyê de têk çû....more8minPlay
June 12, 2026Çalakvanekî Kurd li Tirkiyê dîsa hat girtin û bû armanca dozgeranÇalakvanê Kurd Ferîd Azad, dîsa hate desteserkirin. Azad, berdevkê Tevgera Vejînê ye, ew hem leşkerîya Tirkiyê hem jî zimanê Tirkî red dike û doza xwe ya ji bo mafê Kurd û Kurdistanê bi çalakiyên pasîf bi rêya medya civakî belav dike. Hevjîna wî Evîn Azad, behsa rewşa hevjînê xwe dike û vedibêje ka çima Ferîd Azad gelek caran dibe armanca dozgeran û di mafê wî de doz vedibin....more11minPlay
June 11, 2026Pêşveçûnên Tirkîyê li Amêdiyê: Tirs ji wêrankirina jîngehê û nearamiyê heyePêşveçûnên artêşa Tirkiyê li sînorê qezaya Amêdîyê berdewamin. Hemwlatîyên deverê hişyarîyê didin ku ev rewş heybeta serbazî ya nîştîmanî ya Îraqê lawaz dike û daxwazê dikin ku di bin sîbera gihîştinên aştîyê de, artêşa Tirkîyê û hêzên PKK ji navçeyên sivîl dûr bikevin da ku aramî vegere. Herweha, artêşa Tirkîyê proseya berfireh a talankirina jîngehê bi birîna daran berdewam dike, ev yeka jî karesateke jîngehî pêk tîne....more9minPlay
June 05, 2026Ferhenga Rastnivîsîna Kurdî Kurmancî piştî 8 salan hate derxistinWeqfa Mezopotamya “Ferhenga Rastnivîsînê” ya taybet ji bo Kurdiya Kurmancî çap kiriye. Ev xebata ku cara yekem bi vî awayî li Bakurê Kurdistanê hatiye amadekirin, ji bo standardkirina zimanê Kurdî gaveke girîng û dîrokî tê nirxandin. Koordînatorê Weqfê, Mîkaîl Bulbul, got taybetmendiya vê ferhengê hem di xebata kolektîf û hem jî di berfirehiya naveroka wê de ye. Wî diyar kir ku Celadet Bedirxan berê alfabeya Kurdî ava kiribû û bingeha nivîsîna Kurdî danîbû, lê ji bo Kurdiya Kurmancî ferheng û rêberên rastnivîsînê kêm bûn....more10minPlay
FAQs about Raportên Peyamnêran:How many episodes does Raportên Peyamnêran have?The podcast currently has 85 episodes available.