Sign up to save your podcastsEmail addressPasswordRegisterOrContinue with GoogleAlready have an account? Log in here.
Peyamnêrên me raporên herî dawî tînin ber destê we. Hatice Kamer ji Amedê û Ehmed Xefûr ji Hewlêrê, çîrok, hevpeyvîn û raporên çandî ji Herêma Kurdistanê û ji deverên kurdan li Tirkiyê pêşkêş dikin. P... more
FAQs about Raportên Peyamnêran:How many episodes does Raportên Peyamnêran have?The podcast currently has 85 episodes available.
April 29, 2026Li rojavayê Mûsilê goreke komî ya Êzîdîyane nû dîtineRêxistineke mafên mirovan li Şingalê eşkere kir ku, 561 bermayên qurbaniyên Şingalê li pizîşkiya dadî ya Bexdayê mane û nasnameyên wan nehatine eşkerekirin. Heta niha 857 berma ji nava gorên komî hatine derxistin....more10minPlay
April 23, 2026Trajîdiya Xezalê - Pêşmergeya li ber deriyê nexweşxaneyê can daXezal pêşmergeyek gênc bû, piştî ku Komara Îslamî ya Îranê ew li Herêma Kurdistanê bi firokên bê firokvan birîndar kir. Ew ji ber birînên giran hate veguhestin bo bajarê Silêmaniyê. Lê nexweşxaneyê Xezal Mewlan wernegirt. Piştre, ew hat veguhestin bo nexweşxaneyeke din, lê li wir ji ber birîna dijwar jiyana xwe ji dest da. Dermannekirina wê di nexweşxaneyê de gelek hereş e û rexne çê kir. Çima nexweşxaneyan ew wernegirtin? Herweha di raporê de hat gotin ku, piştî ku YNK û PDK li hev nekirin, gelek kes li Herêma Kurdistanê behsa birêvebirina du îdareyan dikin: yek li Hewlêr û yek li Silêmanî....more8minPlay
April 22, 2026Doza Gulîstanê fireh dibe: Kurê walî û bavê wî jî di nav tawanbaran deLêpirsîna li ser wundakirina keça Kurd Gulîstan Doku hefteyek e didome. Kurê walîyê berê yê Dersîmê (Tuncelî) Mustafa Tuncel Sonel bi kuştina Gulîstanê tê tawanbarkirin û hate girtin. Bavê wî yê walî jî ji tarîkirina delîlan, bikaranîna erka dewletê tê tawanbarkirin. Walî Sonel, sê rojan berê li bajarê Elezîzê, bi nasnameyyeke sexte hate girtin. Lêpirsîna wî li bajarê Erzîromê destpêkir û roja Sêşemê (21/04/2026) ew dersixstin pêş dozger bi dexwaza girtinê. Heta niha 15 kes di vê lêpirsînê hatine girtin....more10minPlay
April 16, 2026Tirkiyê–Îsraîl: Têkiliyên dîplomatîk bi sedema şerê Xezeyê têk diçinAloziyên di navbera Tirkiye û Îsraîlê de bi giranî ji ber piştgiriya xurt a Tirkiyê ji bo Filistînê û dijberiya li hember çalakiyên leşkerî yên Îsraîlê li Xezeyê, ku piştî 7ê Cotmeha 2023an bi tundî zêde bûn. Serokkomarê Tirkiyê Erdogan bi tundî rexne li Îsraîlê girt, ku ev yek bû sedema têkçûna têkiliyên dîplomatîk û Tirkiyê Îsraîlê bi sûcên şer tawanbar dkie. Zêdetir derbarê wê mijarê û mijarên din di raporta Hatice Kamer ji Amedê hene....more10minPlay
April 15, 2026Hilbijartina serokatiyê li Iraqê yekîtiya siyasî ya Kurdî qels dikeHilbijartina Nizar Amêdî wek serokê Îraqê nîşan dide ku di navbera Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) û Partiya Demokratî Kurdistan (PDK) de dijberî berdewam e. Her çende ku serokatî bi gelemperî diçe siyasetmedarekî Kurd jî, nakokiyên di navbera van her du partiyan de aloziyeke siyasî çêkir. Ev dijberî bandorê li biryardanê û yekîtîya di navbera Herêmê û Iraqê de bi tevahî dike. Zêdetir di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye....more7minPlay
April 09, 2026Bajarê Wanê yê geştiyar ji ber şerê li Îranê di krîza aboriyê de yeDi şerê îranê de, di roja 40î de agirbesteke du alî hate ragihandin. Ev şer bandora xwe li ser hemî cîhanê heye. Lê li Tirkiyê, bajarê Wanê di warê aboriyê de di bin zinayeneke giran da ye. Her sal bi sed hezaran Îranî jibo geştiyarê berê xwe didan Wanê, bi taybetî di dema Newrozê de. Par nêzikî 800 hezar geştîyar hatin, lê îsal rewş xerab e. Odeya Pişesazîya Wanê dide xuyakirin ger şer dewam bike, ziyana Wanê wê ji milyar dolarî zêdetir be....more8minPlay
April 09, 2026Welatiyên Herêma Kurdistanê ji bilindbûna buhayê alîktrîkê nerazî neHejmareke mezin ji welatiyên Herêma Kurdistanê gilî û nerazîbûna xwe li hember bilindbûna buhayê aliktrîkê nîşan didin û daxwaz dikin ku buhayê wê were kêmkirin. Li bajarê Duhokê xelk li ber rîveberiya aliktrîkê nerazîbûna xwe nîşan da. Ji aliyekî din ve, bendavên Herêma Kurdistanê ji ber barana zêde û berfê tujî bûne, ev yek jî feydeyeke mezin digihîne welatiyêncotkar, geştiyar û karsazên Herêma Kurdistanê....more9minPlay
April 02, 2026Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî xatirê xwe ji cîhanê xwestDi 10ê Adarê de helbestvanê navdar, Ehmed Huseynî jiyan ji dest da. Ehmed Huseynî ji ber nexweşîna penceşêrê li bajarê Stockholm li Swêdê xatirê xwe ji vê cîhanê xwest. Cenazeyê wî birin Amedê û li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de hevrêyên Huseynî, nivîsîkar, helbestvan, rojnamevan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî jî amade bûn. Peyamnêra SBS Kurdî Hatice Kamer ji me behsa merasîmê dike....more8minPlay
April 02, 2026Êrîşên mûşekî yên Îranê li ser Herêma Kurdistanê berdewaminÎranê di nav aloziyên herêmî yên zêdebûyî de bi mûşek û balafirên bêpîlot êrîşî Herêma Kurdistanê dike, ku deverên li Hewlêr, Silêmaniyê û Duhokê kirine armanc. Êrîşan li ser navendên leşkerî, binesaziyê û bi taybetî jî li ser mala serokê Herêma Kurdistanê xistine, û bûne sedema qurbanî û zirarên li deverên sivîl. Zêdetir derbarê mijarê di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye....more10minPlay
March 26, 2026Kurd li Amedê bi dirûşmên azadî û aştiyê Cejna Newrozê pîroz kirinLi bajar û navçeyên Kurdan, Newroz îsal li 53 cîhan bi awayekî girseyî hate pîrozkirin. Li Amedê digel baran û sermayê, bi deh hezaran kes ji bo pîrozkirina Sersala Kurdî li hev civiyan, bi agirê Newrozê, muzîk û gotaran rûdan pîroz kirin....more10minPlay
FAQs about Raportên Peyamnêran:How many episodes does Raportên Peyamnêran have?The podcast currently has 85 episodes available.