Sign up to save your podcastsEmail addressPasswordRegisterOrContinue with GoogleAlready have an account? Log in here.
Peyamnêrên me raporên herî dawî tînin ber destê we. Hatice Kamer ji Amedê û Ehmed Xefûr ji Hewlêrê, çîrok, hevpeyvîn û raporên çandî ji Herêma Kurdistanê û ji deverên kurdan li Tirkiyê pêşkêş dikin. P... more
FAQs about Raportên Peyamnêran:How many episodes does Raportên Peyamnêran have?The podcast currently has 91 episodes available.
September 10, 2026Hevşaredarê berê yê Amedê Selçuk Mizraklî piştî 7 salan zindan azad bûHevşaredarê berê yê Amedê, Selçuk Mizraklî, piştî heft salan ji Girtîgeha Edirneyê hate berdan. Piştî ku Mizraklî ji bo namzediya Amedê hate destnîşankirin, li ser îdiayên ku ji aliyê jinekê ve hatibûn kirin, doz li dijî wî hate vekirin. Jina ku bûbû îtirafkar, tawanbarî li dijî Mizraklî kir û doz li dijî wî bi tawana endambûna rêxistineke terorê 7 sal û çar meh cezayê girtîgehê lê hate birîn. Ew pişt kutakirina cezayê xwe hat berdan.#sbsaudiopodcast...more11minPlay
September 10, 2026Ciwanên Kurd ji Lîbyayê rizgar bûn û vegeriyan Herêma KurdistanêHukûmeta Iraqê hewl dide ku PKK û komên din ên girêdayî bi wan ku li Şingalê ne çekên xwe radest bikin, pêkhateyên xwe yên çekdarî hilweşînin û endamên xwe tevlî hêzên Iraqî bikin. Li alîyekî din, Hukumeta Herêma Kurdistanê vegerandina 33 ciwanên kurd ragihand, ku zêdetirî mehekê di zîndanên Lîbyayê de mabûn. Li gorî amarên Fermangeha Medya û Zanyariyê, heta niha 335 kes ji Lîbyayê hatine rizgar kirin.#sbsaudiopodcast...more10minPlay
September 03, 2026Korek Telecom biryara Desteya Ragihandinê ya Iraqê rexne dikeKorek Telecom biryarên Desteya Ragihandin û Agahdariyê ya Iraqê wekî "ne li gorî destûrê û siyasî" dibîne û dibêje ev deste xwediyê desthilatê nîne ku bi hevkariya Serokwezîrê berê re ji bo çareserkirina kêmasiyên darayî û kêmkirina îcazeya 4G hatibû çêkirin, biqedîne. Korek bang li Serokwezîrê Iraqê dike ku destwerdanê bike û tekezî li ser parastina mafên aboneyên xwe bike....more9minPlay
August 27, 2026Daykek: Heyfa ciwanên ku canê xwe ji bo deskeftinên ne hêja fîda kirinRaporta Hatice Kamer ji Amedê vê hefteyê li ser rewşa dawîn a qanûn û komisyonên ku ji bo pêvajoyê hatine avakirin e. Herwiha, rapor li ser şîna dehan şervanên PKKê ye ku navên wan hatine eşkerekirin û di deh salên dawî de di şer û pevçûnan de hatine kuştin. Di heman demê de li Amedê, bi beşdariya malbatan, şîna 49 şervanan sê rojan hate lidarxistin. Hemû şervan ji Amedê bûn....more8minPlay
August 26, 2026Mezlûm Ebdî: HSD dê were hilweşandin û tevlî saziyên dewletê bibeMazlûm Ebdî ragihand ku pêvajoya hilweşandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û tevlîbûna wan a temam di nav saziyên fermî û ewlehiya dewleta Sûriyê de dê were pêkanîn. Li gorî daxuyaniyê, ev gav dê bibe beşek ji pêvajoya yekîtiya saziyên leşkerî û ewlehiyê û rêxistina nû ya hêzên li Sûriyê. Zêdetir derbarê vê mijarê di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye....more11minPlay
August 20, 2026Qanûna Pêvajoyê hat belavkirin: Hêvî û xemên malbatên şervananQanûna Yasaya Pêvajoyê roja Sêşemê 19 Tebaxê bi İmzeya Serokomarê Tirkiyê, di Rojnameya Fermî ya Dewletê de hate belavkirin. Ji bo sepandina qanûnê sê komîte dê werin damezrandin. Avakirina Komîteya Çavderîkirin û Nîrxandinê, roja Sêşemê ji aliyê Cîgirê Serokê Tirkiye ve hate ragihandin. Ev qanûn, rê li vegera şervanên PKKê jî vedike. Lê gelo malbatên şervanan çi dibêjin, Hatice Kamer ji du dayikên Kurd li ser xemên wan dipirse....more10minPlay
August 19, 2026Êrîşa mûşekî ya Îranê li ofîsa Serokwezîr M Barzanî nerazîbûnê zêde dikeÊrîşa mûşekî ya Îranê li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û baregeha ajansa ewlehiyê ya Hukûmeta Herêmê bû sedema nerazîbûna navxweyî û navneteweyî. Li alîkî din, li depoyeke sûtemeniyê ya li navçeya Tancero a Silêmaniyê agirêkî mezin derket. Di agirî de nêzîkî 25 kes birîndar bûn. Zêdetir di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye....more11minPlay
August 13, 2026Dengê 26 jinên Kurd bi zimanê YunanîNivîskar Cemîl Turan Bazidî, li ser helbestvanên jin ên Kurd, antolojiyek bi zimanê Yunanî amade kiriye. Ev di warê xwe de berhemeke sereke ye. Antolojî ji helbest û kurteçîroka 26 jinên Kurd pêk tê. Bazidî antolojiyê diyarî Rewşan Bedirxan dike. Di hevpeyvînê de Bazidî behsa serhatiya nivisandinê û armanca antolojiyê dike. Bazidî 40 sal in li Yunanistanê dijî....more7minPlay
August 13, 2026Krîza benzînê li Kurdistanê: 166 parlamenter daxwaza çareseriyê dikin166 parlamenterên Iraqê bi fermî daxwaz ji Serokwezîr Elî Zeydî kirine ku ji bo çareserkirina krîza sotemeniyê li Herêma Kurdistanê, pişka nefta xav ya Herêmê ji 50 hezar bermîlî bo 140 hezar bermîlî rojane zêde bike, an jî rasterast benzînê bişîne Herêmê. Niha nirxa benzînê li Herêma Kurdistanê gelek zêde bûye. Welatî nîgeran in û dest bi xwenîşandanan kirine, û daxwaza kêmkirina nirxa benzînê dikin....more9minPlay
August 07, 2026Pêşnûmaya yasayê ji bo pêvajoyê li Parlemana Tirkiyê tê nîqaşkirinRoja Çarşemê 5î Tebaxê, pêşnûmaya çarçoveya yasayê ji bo pêvajoyê di parlamena Tirkiye de tê behskirin. MHP û AKP roja Sêşemê pêşnûme imze kirin. DEM Partî jî roja Çarşemê imze kir. Lê naveroka yasayê ne zelal e. Bayram Bozyel, Serokê PSKê derbarê pêvajoyê û yasayê de hizrên xwe parvedike....more9minPlay
FAQs about Raportên Peyamnêran:How many episodes does Raportên Peyamnêran have?The podcast currently has 91 episodes available.