Raportên Peyamnêran

Raportên Peyamnêran

By SBSNews
Download on the App Store

Raportên Peyamnêran episodes

  • Bi hezaran kes li HK li dijî êrîşên hukûmeta Sûriyê xwepêşandan pêkanîn
    Bi hezaran kes ji her çar parçeyên Kurdistanê li dijî êrîşên hukûmet û komên ser bi hukûmeta Sûriyê ve xwepêşandan pêkanîn. Wan bang li civaka navdewletî kin ku xwedî helwesteke cidî be heta Kurd neyên kuştin, birîndarkirin û girtin. Çend rojin şer û pevçûn di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hukûmeta Demkî ya Sûriyê de derketin derketin holê.
    11 min
  • Gelo geşedanên vê dawiyê bandoreke neyênî li ser pêvajoya aştiyê li Tirkiyê bike?
    Bûyer û êrîşên li ser Kurdan, li bakurê Surîye, li Tirkiyê bi taybetî di nav raya giştî ya Kurdan de dibe sedema nerazîbûnan. Dayikên Aşitîyê bi otobêsan çûn Enqerê, li pêş Wezareta Karên Derve ya Tirkiye daxuyanî dan, helwesta Tirkiyê li hember van êrîşan şermezar kirin. Li parlemana Tirkiyê jî rojeva gotarên serokê MHP Dewlet Bahçelî û yê DEM Partîyê, Tuncer Bakirhan, mijara êrîş û pevçûnên li bakûrê Surîye bû. Gelo ev geşedan dikare bandoreke neyênî li ser pêvajoya ku li Tirkiyê didome, bike? KCK li ser van fikaran daxuyanîyek da û helwesta Tirkiyê rexne kir.
    12 min
  • Bi hezaran kes li Herêma Kurdistanê li dijî êrîşên hukumeta Sûriyê derketin xwepêşandanê
    Bi hezaran kes li Herêma Kurdistanê daketin ser kolan û nerazîbûna xwe li dijî êrîşên hukûmeta Sûriyê û komên çekdar yên nêzîkî hukûmetê yên li ser taxên ku piraniya wan kurd in li bajarê Helebê nîşan dan. Di wan êrîşan de hejmareke ji xelkê sivîl hatine kuştin, birîndarkirin, girtin û windakirin. Ji ber vê yekê, berpirsên Herêma Kurdistanê li dijî van êrîşan daxwaz dikin ku êrîş û şer bêne rawestandin da ku xelk zêdetir nebe qurbanî.
    8 min
  • Barîna berfeke pir jiyana xelkê li Amedê û li navçeyên din dijwar kiriye
    Li Amed û li gelek bajarên Kurdan r din îsal berfeke zêde bariya, li nav bajêr de nêzikî mîtroyek berf ket û pileya germê daket bin sifirê -17 derece. Pispor dibêjin ev afat û karesat e ku jiyana rojana asteng dike. Herweha di naveroka raporta Hatice Kamer ji Amedê gehs li ser gelo pêvajoya derbarê pirsa Kurd li Tirkiyê ji ber pêşketinên li bakur-rojhilatê Sûriyê di bin metirsiyê de ne, Serokê MHP Devlet Bahçelî jibo HSD û Mazlum Ebdî çi got û Dem Partî çi bersîv da?
    12 min
  • 81 kandîd ji bo serokatiya Iraqê hene, lê partiyên Kurdî ji bo yekîtiyê têdikoşin
    Heta niha 81 kesan xwe ji bo wergirtina posta serokkomariya Iraqê kandîd kirine. Postên neteweya Kurd di nav hukûmeta Iraqê de her car rûbirûyî pirsgirêkan dibin û partiyên Kurdî li ser kandîdekî lihev nakin, lewma di dawiyê de bi piroseyeke aloz û tiji pirsgirêk re derbas dibe. Posta serokwezîrtiyê dikeve para pêkhateya Şîe zû zelal dibe, û posta serokatiya parlamenê jî jibo Suneyan hatiye danîn, ew jî bê pirsgirêk çareser dibe. Zêdetir derbarê mijarê di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.
    8 min
  • Siberoja sîyasî ya Iraqê di nezelaliyê de ye, hevrikî jibo desthilatdariyê heye
    Şîe, Sunne û Kurd hewl didin ku postên bilind yên wekî Serokwezîrê Iraqê, Serokkomar û Serokê Perlemanê di nav xwe parevebikin. Şîe postê Serokwezîriyê, Sunne postê Serokê Perlemanê û Kurd jî posta Serokkomariyê dixwazin. Lê pirsgirêka sereke ewe ku tu alîyekî ji van her sê pêkhateyên sereke di nav xwe de li hev nekirine. Ji alîyekî din ve, xelk û berpirsên Besrayê daxwaz dikin ku "Herêma Besrayê" bête avakirin. Ev daxwaz çendîn car bi rêyên cuda hatîye kirin; yek ji wan bi xwepêşandanan.
    9 min
  • Amed sînema û şanoya Kurdî di hefteya çandê de pîroz dike
    Li Amedê hefteyekê bernameyên kulturî çêbûn. Sêyemîn Festîvala Fîlman ya Amedê piştî heyşt rojan, di 14ê mehê de bi rêûresma xelata fîlman bidawî hat. Derhêner Ali Kemal Çinar bi fîlma ''Dîroka Wenda'' xelata Fîlma Metrajdirêj wergirt. Ji aliyê din ve, di 15ê mehê de, piştî neh salan, xelatên tekstên şanoya Kurdî jî hatin belavkirin. Di 7emîn xelatên Evdirehîm Rehmî Hekarî pêşbazîya Nivîsandina Lîstikên Şanoyê yên Kurdî de îsal xelata Yekemîn dan Îbrahîm Kazimî jibo teksta wî ya bi navê "Kela Dimdimê".
    7 min
  • Festîvala Fîlmên Navnetewî ya Amedê bi dirûşma 'Cîhan bi çîrokan tê cem hev' dest pê kir
    Sêyemîn Festivala Fîlimên Navnetewi ya Amedê di 7ê mehê de li Amedê destpêkir û dê hefteyekê bidome. Di nav hefteyekê de 84 fîlim tên nişandan. Bi dehan derhêner û hunermend jî beşdar dibin. Diruşma Festîvalê “Dinya bi Çîrokan Tê Cem Hev”. Li alîkî din Komîsyona Parlementoya Tirkîyê bi gohdarkirina Abdullah Ocalan, dawî li proseya gohdarîkirina kes û sazîyan anî. Niha her partîyek di komîsyonê de li ser vê pêvajoyê pêşnîyar û fikarên xwe amade dikin.
    14 min

About Raportên Peyamnêran

From the publisher's feed

Peyamnêrên me raporên herî dawî tînin ber destê we. Hatice Kamer ji Amedê û Ehmed Xefûr ji Hewlêrê, çîrok, hevpeyvîn û raporên çandî ji Herêma Kurdistanê û ji deverên kurdan li Tirkiyê pêşkêş dikin.…