Australya Binase

Australya Binase

Download on the App Store

Australya Binase episodes

  • What are Australia’s fishing laws and rules? - Qanûn û rêgezên masîgiriyê li Australya çi ne?
    Thinking of going fishing in Australia? Make sure you are familiar with local regulations, including licensing systems, closed seasons, size limits, permitted gear, and protected species. - Ma tu difikirî ku li Australya masîgiriyê bikî? Piştrast be ku tu bi rêziknameyên herêmî, di nav de sîstêmên destûrdaynê, demsalên girtî, sînorên mezinahiyê, alavên destûrdayî û cureyên parastî dizanî.
    10 min
  • Understanding treaty in Australia: What First Nations people want you to know - Têgihîştina Peymanê li Australya: Tiştên ku xelkê Gelên Yekemîn dixwazin hûn bizanin
    Australia is home to the world’s oldest living cultures, yet remains one of the few countries without a national treaty recognising its First Peoples. This means there has never been a broad agreement about sharing the land, resources, or decision-making power - a gap many see as unfinished business. Find out what treaty really means — how it differs from land rights and native title, and why it matters. - Australya warê çandên herî kevin yên cîhanê ye, lê dîsa jî ew yek ji wan çend welatan e ku peymaneke neteweyî nîne ku Gelên xwe yên Yekemîn nas bike. Ev tê vê wateyê ku qet lihevkirineke berfireh li ser parvekirina erd, çavkanî, yan hêza biryardanê çênebûye - valahiyeke ku gelek kes wekî karekî neqediyayî dibînin. Fêr bibe ka peyman bi rastî tê çi wateyê - ew çawa ji mafên erdê û sernavê xwecî cuda dibe, û çima girîng e.
    9 min
  • How to donate blood in Australia - Australya Binase: Çawa li Australya bibî xwebexşê xwînê
    Each time you donate blood, you can save up to three lives. In Australia, we rely on strangers to donate blood voluntarily, so it’s a truly generous and selfless act. This ensures that it’s free when you need it—but it also means we need people from all backgrounds to donate whenever they can. Here’s how you can help boost Australia’s precious blood supply. - Her car dema ku hûn xwînê didin, hûn dikarin heta sê kesan rizgar bikin. Li Australyayê, em ji bo dayîna xwînê bi dilxwazî xwe dispêrin xerîban, ji ber vê yekê ev kiryareke bi rastî comerd û fedakar e. Ev piştrast dike dema ku pêwîstî pê heye ew belaş e - lê di heman demê de tê vê wateyê ku pêwîstî bi mirovên ji her paşerehan heye. Bi vê şêweyê, hûn dikarin alîkariya zêdekirina xwebexşkirina xwînê li Australya bikin.
    11 min
  • How do you legally change your name in Australia? - Australya Binase: Çawa bi awayekî yasayî navê xwe biguherî?
    Choosing to legally change your name is a significant life decision that reflects your personal circumstances. Each year, tens of thousands of Australians lodge an application through the Registry of Births, Deaths & Marriages. If you’re considering a change of name, this episode takes you through the process. - Hilbijartina guhertina navê xwe bi awayekî yasayî biryareke girîng a jiyanê ye ku rewşa we ya kesane nîşan dide. Her sal bi deh hezaran Australî bi rêya Qeyda Jidayibûn, Mirin û Zewacan - Registry of Births, Deaths & Marriages navê xwe diguhêrin. Heke hûn li ser guhertina nav an paşnavê xwe difikirin, ev beşê Australya Binase we di proseyê re derbas dike.
    11 min
  • How to respond when encountering wildlife on your property - Australya Binase: Dema li mal rastî heywanên kovî tên, divê hûn çi bikin
    Australia is home to an array of diverse and beautiful wildlife, and knowing how to respond when you encounter wildlife in your home or on your property will help protect our precious wildlife species whilst keeping you, your family and your pets safe. - Australya mala cûrbecûr ajelên kovî û bedew e, û zanîna ka mirov çawa bertekê nîşan bide dema ku li mal an li ser milkê xwe rastî ajelên kovî bibî, ji bo parastina cureyên ajelên kovî yên hêja, û her weha ji bo ku hûn, malbata we û heywanên we ewle bimînin.
    12 min
  • The cervical screening test that could save your life - Australya Binase: Têsta pişkinîna malzarokê ku dikare jiyana we rizagar bike
    Cervical cancer is preventable, but only if you catch it early. Cultural and personal barriers have often meant that women avoid cervical cancer testing. But now with the help of a world-leading test, Australia is aiming to eliminate cervical cancer by 2035. The test is a safe and culturally sensitive option for women from all backgrounds. Best of all it could save your life—or that of someone close to you. - Penceşêr yan seretana malzarokî - cervical cancer dikare were pêşîlêgirtin, heke hûn zû li xwe bipirsin. Astengiyên çandî û kesane gelek caran bûne sedema ku jin têsta penceşêra malzarokî dereng bixin. Lê niha bi alîkariya ceribandineke pêşeng a cîhanê, Australya armanc dike ku heta sala 2035an seretana malzarokî ji holê rake.
    11 min
  • What is forced marriage and what support is available in Australia? - Zewaca bi zorê çi ye û li Australya çi piştgirî heye?
    A forced marriage occurs when one or both individuals do not consent freely, often due to threats, coercion, deception, or if they are under 16 or those with mental incapacities. No matter how long you've been living here, it's vital to know: You have the right to choose who you marry.  In this episode, we'll explore the difference between arranged and forced marriage and where you can turn for help if you or someone you know is affected.  - Zewaceke bi zorê dema ku yek an her du kes bi awayekî azad razî nebin, pir caran ji ber gef, zorê, xapandinê, an jî heke ew di bin 16 salî de bin an jî kesên pirsgirêkên derûnî hene. Xem nake hûn çiqasî li vir Jîyane, girîng e ku hûn bizanin: mafê we heye ku hûn hilbijêrin ka hûn bi kê re bizewicin. Di vê beşî de, em li ferqa di navbera zewaca rêkûpêk û ya bi zorê dinêrin, û hûn dikarin alîkariyê ji ku daxwaz bikin.
    14 min
  • Understand Aboriginal land rights in Australia - Australya Binase: Fêmkirina mafên erdên Aborjinîyan li Australya
    You may hear the protest chant, “what do we want? Land rights!” —but what does it really mean? Land is at the heart of Aboriginal and Torres Strait Islander identity, culture, and wellbeing. Known as “Country,” it includes land, waterways, skies, and all living things. In this episode of Australia Explained, we explore Indigenous land rights—what they involve, which land is covered, who can make claims, and the impact on First Nations communities. - Dibe ku hûn slogana protestoyê ya "Em çi dixwazin" yan Mafên erdê!" bibhîsin- lê wateya wan çî ye? Erd di dilê nasname, çand û refaha Aborjinî û Giravên Torres Strait de ye. Wekî "Welat" tê zanîn, ku erd, rêyên avê, asîman û hemî tiştê zindî dihewîne. Di vê beşî de Australya Binase de, em mafên erdê yên Xwecî vedikolin - ew çi vedihewînin, li ser çi erdî diaxafin, kî dikare îdîa bike, û bandor li ser civakên Neteweyên Yekem çî ye.
    10 min
  • A beginner’s guide to owning a pet in Australia - Australya Binase: Rêberiyeke destpêkê ji bo xwedîkirina ajelên malê li Australya
    Bringing a pet into your home can fill it with joy and companionship – but it also comes with important responsibilities. In Australia, new pet owners need to be aware of legal requirements, along with essential tips for training and caring for their animals. - Anîna ajelekî (heywanekî) ji bo mal dikare bi kêf ûxweşî be - lê di heman demê de berpirsiyariyên girîng jî bi xwe re tîne. Li Australya, xwediyên ajelên nû divê ji şertên qanûnî, digel serişteyên girîng ji bo perwerde û lênerîna heywanên xwe haydar bin.
    10 min
  • Is Australian tap water safe to drink?  - Australya Binase: Ma ava çeşmeya Australya ji bo vexwarinê ewle ye?
    Access to safe drinking water is essential, and Australia’s often harsh environment means that our drinking water supplies are especially precious. With differences in the availability and quality of drinking water across the country, how do we know if it’s safe to drink? In this episode we get water experts to answer this question and more.   - Gihiştina ava vexwarinê ya ewle pir girîng e, û jîngeha Australya ya dijwar tê vê wateyê ku çavkaniyên me yên ava vexwarinê bi taybetî hêja ne. Ji ber cûdahiyên di hebûn û kalîteya ava vexwarinê de li seranserê welêt, em çawa bizanibin ka vexwarina wê ewle ye? Di vê beşî de pisporên avê bersîva pirsên me didin.
    10 min

About Australya Binase

From the publisher's feed

Her tiştê ku we divê hûn zanibin dema ku hûn li Australya bi cîh dibin. Li ser tenduristî, xanî, kar, vîze û hemwelatîbûnê, qanûnên Australya û yên din bi Kurdî agahdariyên alîkar bibihîsin.