Piştî 7 salan ji komkojiya Kurdên Êzdî, Dehan çîrokên ne bihîstî di nava malbatên rizgarbûyî yên destê DAIŞê hene, Her yek bi riyeke cude ji destê DAIŞê li Musil, Telefer, Reqe û Tebqe û hin bajarên din ku ketibûn bin kontirola DAIŞê rizgar bûn.
Leyla Xelef, Yek ji wane ku di temenê 20 salî de ketibu destê DAIŞê de û behsa çîroka xwe ya di bin desthilata wê rêkxistinê û jiyana xwe ta niha dike, Leyla dibêje, " Şingal bi rengê niha bimîne na vegerim, DAIŞê ti kesekê min ne hişt, hestiyên wan jî bin ji min re vegerînin"