Qralê Danîmarka Frederikê Pêncan sala 1761an bi fermanekê ji qefîleyeka aliman dixwaze ku herin li welatên şerqî bigerin û detayên gerên xwe ro bi ro li defterên xwe qeyd bikin.
Di qefîleyê de yek ji wan eskerekî berê, 6 kes hene ku ew serê sala 1761an ji Kopenhagê bi rê dikevin û havînê digihînin Stenbolê.
Elçîyê Danîmarka, seba qefîle li erdên Osmanliyan rihet û serbest bigere bi ûsil û qaîdeyên wî zemanî kaxeteka îznê hazir dike û Siltan Mistefayê Sisêyan jî mora xwe li kaxetê dixe.
Ji qefîleyê 2 kes li Yemenê, 3 jî li ser rîya Hîndistanê damîşê hewayê nabin, nexweş dikevin û dimirin.
Î ku sax dimîne ji qefîleyê Carsten Niebuhr e ku ew jî gera xwe hema bêje di 7 salan de temam dike û payîza 1767an vedigere Kopenhagê.
Niebuhr di gera xwe de hatiye li hêla Riha, Diyarbekir û Mêrdînê jî çerx bûye.
Di tesbîteka xwe de Niebuhr, dibêje li Riha û li Diyarbekir zimanê esasî Tirkî ye û dibêje li Mêrdîn û Mûsilê jî ziman Erebî ye.
Behsa zimanê merkezên bajaran dike Niebuhr ku di dewamê dibêje li mintiqeya mabêna Mêrdîn û Mûsilê jî milet bi Kurdî şorê dike.
Dewam dike Niebuhr, dibêje ticarên li van hêlan ekserî her sê zimanan jî zanin û dibêje Ermenîyên li vir jî xêncî zimanê xwe bi zimanên din jî dipeyîvin.
Gorey min ziman meseleyeka bazarê ye, ne teqûreqa sîyasetê lê danûstandina ticaretê zimên geş û germ dike.
Kafeyeka Diyarbekir li bajêr ewqas Kurdî nabihîse ku radibe radigihîne ku ewê xizmetên xwe bi Kurdî bide û bi vê plana xwe deng dide.
Quyumçîyên Riha û Mêrdînê jî di ber Tirkî re ewqas Kurdî û Erebî jî dibihîsin ku seba zêr û zîvan bifiroşin însanên ji her sê miletan radibin şagirtên wer digirin ku her sê zimanan jî rind zanin.
Omer Faruk Baran
BÎBLÎYOGRAFYA
Selahaddin Eyyubi Güler, Yabancı Gezginlerin Gözüyle Urfa Bölgesi, 2010, r. 19-25
Mielîf: Mustafa L. Bilge, Carsten Niebuhr - İslam Ansiklopedisi, 2024